Dadgeha Ewropa: Tirkiyê mafê azadiya ramanê ya Demîrtaş binpê kiriye!
Dadgeh dide zanîn ku yek ji tawana Demirtaş pê hatî tewanbar kirin dema nerînên xwe di hevpeyvînekî televîzyonî de anîbûn ziman.
Dadgeha Ewropa ku bingeha wê li bajarê Strasburgê yê Fransa ye, roja Sêşemê bi dengê hemû dadweran ku di nav de yekî Tirk jî heye biryar girtîye ku doza Demirtaş ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve made bi madê 10 yê yasayî ku taybete bi azadiya ramanê di rêkeftina Yekêtiya Ewropa li gel Tirkiyê hatîye binpê kirin.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dide zanîn ku doza li dijî Demirtaş vedigere bo sala 2005ê dema ku bi beşdarî di dîdarek televizyonî de kiribû û daxwaz ji berpirsên dewletê kiribû ku rola rêberê PKKê Abdullah Ocalan ê zîndankirî li Tirkiyê li pêş çav bê girtin bo dîtina çareserîyek aştiyane bo pirsa Kurd, herwiha Demirtaş daxwaz kiribû ku rewşa wî li zîndanê baş bikin.
Dadgeh weha dide zelal kirin ku ew gotin û daxwazên Demrtaş nakevin di çarçova teşwîqkirina tûndiyê yan jî serhildana çekdarî li dijî dewletê, herwiha nehezî û kîndarî di axiftinên Demirtaş de nayên dîtin.
Dadgeh biryar dide ku Demirtas bi hincete ku ew propagandaya rexistineke terrorist kiriye hatîye girtin, cezadayina Demirtas ji aliyê Tirkiyê ve weke ne dawerane û ne layîqî civakek Demokrta tê dîtin, lewma dadgeha Ewrupa biryar daye hikûmeta Tirkiyê 2500 Euroyan bide Demirtaş û 1000 Euroyên din weke mesrefên doza dadgehê divê bide.
Ji hejî bîrxistinê ye ku Demirtaş meha mijdara 2016an bi tawana piştevaniya terorê hatîye girtin, û mijdara sala 2018an Dadgeha Ewrupa daxwaza serbest berdana Demirtaş kiribû, lê Tirkiyê, ew daxwaz heta niha red kirîye.
Basnews
