• Friday, 13 February 2026
logo

Ji Encûmena Asayişa Herêmê bo PKKê: Kurdistaneke azad pêwîstiya wê bi azadkirinê nîne

Ji Encûmena Asayişa Herêmê bo PKKê: Kurdistaneke azad pêwîstiya wê bi azadkirinê nîne
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de daxwaz ji PKKê dike dest ji Herêma Kurdistanê berde û dibêje, “Kurdistaneke azad pêwîstiya wê bi azadkirinê nîne.”

Di daxuyaniyekê de ku îro Sêşemî 9ê Tîrmeha 2019 hatiye belavkirin, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê rexne li siyaseta PKKê ya li hember Herêma Kurdistanê digire û dibêje: “Di çend rojên bihorî de hin medyayên nêzîkî PKKê, tometeke neheqe û nerewa dane alî dezgehên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê, ku qaşo dest di kuştina serkirdeyekî wan de hebûne, mixabin çend dezgehên ragihandinê yên navxwe jî ji bo sûda siyasî ew tometa bê bingeh belav kirine. Em weke Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, bi tevahî vê tometê red dikin.”

Di derbarê hebûna gerîlayên PKKê li Herêma Kurdistanê de jî, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike: “Ev hewlên medyayî yên çewaşeker nikarin vê rastiyê veşêrin ku hebûna PKKê bi vê awayê niha li hin navçeyên Herêma Kurdistanê, sedemeke sereke ye bo rakişandina şer û nearamiyê bo nav herêmê. Çendîn sal e jî ku rê li avedankirina bêtir ji 800 gund û avahiyên Herêma Kurdistanê girtine. Mixabin herî dawî jî çekdarên PKKê nêzîkî gund û avahiyên me bûn û ji ber vê yekê jî hevwelatiyên me yên sivîl bûne qurbaniyê pevçûnên navbera PKKê û Tirkiyê.”.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike: “Tevahiya sîstema îdarî ya herêmê ku ji parastina ewlehiya hevwelatiyên xwe berpirsyar e, li dijî vê siyaseta PKKê ye û em ddixwazin ku kêşeya xwe bibin bo nav qada xwe ya rasteqîn û em vê rastiyê jî dibêjin ku Kurdistaneke azad pêwîstiya wê bi azadkirinê tune ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî hatiye: “Divê hemû alî rêz li serweriya herêmê û saziyên wê yên rewa bigirin û berjewendiyên hevwelatiyên herêmê berçav bigrin. Hevdem em dixwazin ku hemû hêzên li navçeyê rêya aştiyane û gotûbêjê hilbijêrin û dawî li xwînrijandinê bihînin.”

Waar.tv
Top