Hesen Nesrula: Şerê Xezzeyê li ser çend bere û meydanan berfireh bûye
Emîndarê Giştî yê Hizbulaha Libnanî radigehîne ku şerê Xezzeyê li ser çend bere û meydanan berfireh bûye. Herwesa dibêje ku şerê li dijî Israîlê şerekî temam olî, rewa, exlaqî û mirovî ye. Di eynî demê de wî pesnê komên çekdar ên Îraqî jî kir ku biryar daye berjewendên Amerîkayê li Îraqê û Sûriyeyê bikin armanc.
Îro roja Înê, 3ê Mijdara 2023ê, Emîndarê Giştî yê Hizbulaha Libnanî Hesen Nesrula di gotarekê de ragehand ku ew şerê li Xezzeyê di navbera artêşa Israîlê û Bizava Hemasê de ser hildaye li ser çend bere û meydanan berfireh bûye.
Herwesa Emîndarê Giştî yê Hizbulaha Libnanî amaje da wê yekê jî ku ewa li roja 7ê Cotmehê qewimî ji bo Israîlê erdhejeke siyasî, serbazî û derûnî bû, encam û verêjên sitratejî û hebûna xwe dê li cem Israîliyan bihêle. Bandora wê dê li ser paşeroja dewleta Israîlê hebe, bi rengekî ku wê erdhejê xuya kir dewleta Israîlê çend lawaz e.
Herwesa wî amaje da wê yekê jî ku ew şerê niha li Xezzeyê tê kirin şerekî temam olî, rewa, exlaqî û mirovî ye.
Nesrula behsa wê yekê jî kir ku Israîlê bi merema vegerandina komelgehan ji bin destê Hemasê gelek komkujî kirine.
Bi gotinên Hesen Nesrula, ew şer dê şerekî yekalîker û dîrokî be û Bizava Hemasê dê bi ser bikeve. Herwesa wî pesnê komên çekdar ên Îraqê kir ku biryar daye berjewendên Amerîkayê li Îraqê û Sûriyeyê bikin armanc.
Bizava Hemasê li roja 7ê Cotmeha 2023ê êrîş kir ser Israîlê û 1400 Israîlî kuştin û zêdetirî 230 kesan jî revandin. Li beranberî wê yekê jî, artêşa Israîlê wekî bersivek rojane Kertê Xezzeyê bombebaran dike.
Li gor ragehandina Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê, hejmara kuştiyên wê di vî şerî de heta niha gehiştiye neh hezar û 227 kesan, ku sê hezar û 826 zarok û hezar 405 jî jin in.
K24
