Keştiya Alan Kurdî 44 koçber rizgar kirin
Balefireke rêxistinê ya çavdêriyê, belemeke koçberan li nêzîkî perava Libyayê dibîne ku rewşa wê belemê gelekî xerabe, û piştî çend saetan keştiya bi navê “Alan Kurdî” ya rêxistina alîkariyê ya bi navê Sea-Eye li Almanyayê ku taybet bi rizgarkirina koçberan e, gihiştiye wê.
Keştiya Alan Kurdî 44 koçberên ne yasayî ji perava Libyayê rizgar kir û bir Maltayê.
Ev di demeke de tê, ku heman keştiya Alan Kurdî, roja Yekşema derbasbûyî, 65 koçberên ne yasayî rizgarkirbûn, ku 39 ji wan zarok bûn.
Di Îlona sala 2015an de Alan Kurdî ligel dayîk û biryarekî xwe, dema ku dixwestin biçin Ewropayê, di nav deryayê de xeniqîbûn. Ji wê rûdanê tenê bavê Alan rizgar bibû. Wê rûdanê dengek mezin veda bû.
Rudaw
