• Friday, 13 February 2026
logo

Li Pîranşarê sê pasdarên Îranê hatin kuştin

Li Pîranşarê sê pasdarên Îranê hatin kuştin
Hêzeka çekdar ya nêzîkî Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand, hêzên wan li nav bajarê Pîranşarê sê pasdarên kurd kuştine ku yek ji wan piledar bûye.

Hêza çekdar ya bi navê “Parêzerên Rojhilatê Kurdistanê”, ku nêzîkî PDKÎ ne û wek “pêşmergeyên nav bajaran” jî tên nasîn, di daxuyaniyekê de ragihandiye, pêşmergeyên wan duhî li nav bajarê Pîranşarê êrişî otomobîleka pasdarên Îranê kirin.

Li gorî daxuyaniya wê hêza Kurdistanî, di encama wê êrişê de sê pasdar hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Tê gotin, tevahiya wan pasdarên ku rastî êrişê hatine, kurd in. Yek ji wan fermandeyekî pilebilind bûye û navê wî jî Hasil Ehmedî bû lê di nav xelkê de jê re digotin “Hasile Şêt” (Hasilê dîn).

Navê du pasdarên din yên ku hatine kuştin jî, Setar Pîrotî û Umîd Melazade bûye û navê ewê birîndar jî Şoriş Qadirî ye.

Li gorî agahiyan, wan pasdaran gelekî welatî aciz dikirin û zulmek mezin li xelkê dikirin.

Basnews
Top