Koordînatorê Spardeyên Navnetewî: Kabîneya nehem 22 yasayên giring derxistin
Koordînatorê Spardeyên Navnetewî Dîndar Zêbarî diyar kir, di Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de 22 yasayên giring ji bo jiyana welatiyan hatine derxistin.
Koordînatorê Spardeyên Navnetewî Dîndar Zêbarî îro 2ê Mijdarê di konferanseke rojnamevanî de got, rêvebirina li ser asta sazî û dezgehên Herêmê, dadwerî û parlamento jî di nav de, nirxandineke berfireh heye.
Diyar kir, li gor amarên şeş mehên derbasbûyî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê cîbicîkirina rasperdeyên Navnetewî de jî, pêşkeftineke berçav kiriye.
Herwiha got: “Derxistina yasayan û hevkariya li gel mekanîzma Navnetewî ya mafên sivîl û Navnetewî, ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir, bazirganiya mirovan, şerê li dijî terorê, dosyayên gendeliyê û bi dehan mijarên din ên ji civaka Kurdistanê re giring in, bû.”
Dîndar Zêbarî got jî: “Heta niha me 5 rapor li gorî plana Herêmê belav kirine, rapora herî dawî jî danaberhev a li ser asta saziyên Herêmê ye û ji saziyên navxwe û Navnetewî, konsulxane, rêxistin û ajansên biyanî re hatiye şandin.”
Zêbarî teqez kir: “Ya giring ji bo me ew e, rêjeya cîbicîkirina rasperdeyên di heyama sala 2023an de, di hemû astên rêveberiya Herêma Kurdistanê bi taybetî azadî û proseya çaksaziyê de, %10 zêde bûye.”
Zêbarî got ku yasayên Kabîneya Nehem ku dirûşma wê, berpirsiyarî, şefafiyet, azadî, serweriya yasa ye, ji sala 2020 heta 2023an, 22 yasayên giring ji aliyê vê kabîneyê ve hatine derxistin.
Zêbarî beşek ji yasayan diyar kirin û got: “Wek yasaya madeyên hişbir û bandorên derûnî, yasaya berhemên navxweyî, yasaya bikaranîna amûrên pêwendîkirinê, sererastkirin û parastina yasaya jîngehê, yasaya kar, ku ji bo jiyana welatiyan girîng in.”
Herwaha got: “Li ser mekanîzmayên Navnetewî jî, Me weke hikûmetê di sê salên borî de, bi dehan raport pêşkêş kirin û bi dehan beşdariyên siyasî û yasayî yên çalak li ser asta Cenêv, Amerîka û welatên Komkara Erebî kirine.”
Basnews
