• Monday, 16 February 2026
logo

Lindsey Graham: Emê êrîşî ser Îranê bikin

Gulan Media November 2, 2023 Nûçe
Lindsey Graham: Emê êrîşî ser Îranê bikin

Dibêje lazime xetên me yên sor werin parastin.

Senatorê navdar yê Amerîkî Lindsey Graham di hevpeyvînekê de li gel dengê Amerîkayê behsa şerê navbera Îsraîl û Hemasê kiriye û huşdariyeke tund daye Îranê.

Lindsey Graham diyar kiriye ku, xetên sor yên Amerîkayê hene, lazime ev xetên sor werin parastin û Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Îsraîlê.

Nav hatî eşkere kiriye ku, eger komên çekdar yên şîe yên ser bi Îranê li Îraq, Sûriye, Libnan anjî li her welateke din êrîşî ser hêzên Amerîkî bikin û yek leşkerê Amerîkî bikujin vê demê Amerîka neçar dibe bi tundî êrîşî ser Îran bike.

Top