• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Konsulusê nû yê Çînê civiya

Gulan Media November 2, 2023 Nûçe
Serok Barzanî li gel Konsulusê nû yê Çînê civiya

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Çînê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel Konsulusê nû yê Çînê li Hewlêrê û şandeke pê re civiya.

Di civînê de Konsulusê nû yê Çînê rêzdariya xwe ya li hember rola Serok Barzanî û partiya demokrata Kurdistanê di nava hevsengiyên Kurdistan, Îraq û deverê de diyar kir û qurbanîdana partiya demokrata Kurdistanê di nava tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê de bilind nirxand.

Nav hatî rixmî balkêşandine ser têkiliyên dîrokî yên di navbera Barzaniyê Nemir û Serkirdeyên Çînê û têkiliyên navbera PDK û partiya komonîst ya Çînê daxwaza pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Çînê di warê çandî, zanistî, abûrî û bazirganî de kir.

Serok Barzanî jî rixmî pîrozabyî kirin li Konsulusê nû yê Çînê hevdem hêviya serkeftinê jê re xwest û rêzdariya xwe ya li hember medeniyeta Çîn, gel û Serkirdeyên vê welatî diyar kir ku, gehêştine asteke bilind û xizmeteke gelek zêde pêşkêşî mirovatî kirin. Serok Barzanî herwiha kêfxweşiya xwe  ya li hember pêşde birina têkiliyan di navbera her du aliyan de diyar kir.

Nirxandina pêşhatên dawî yên cîhan û deverê mijarên din yên vê civînê bûn.
 

Top