Serok Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir
Serok Barzanî bi boneya koça dawî ya xanim Necîbe Mehmûdxan a Dizli peyameke sersaxiyê belav kir.
Teksta peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin min nûçeya koça dawî ya xanim Necîbe Xana keça Mehmûd Xanê Dizlî û hevjîna nemir Şêx Emîn Şêx Alaeddîn Neqşbendî wergirt.
Ez sersaxiyê ji hemû malbata Mehmûd Xan, malbata Neqşîbendî, xizm û nasên wan re dixwazim.
Hêviyê ji Xwedayê mezin re dikim rûhê rehmetiya Necîbe Xanê bi cennetê şad bike û sebr û aramiyê bide herkesî.
Înna lîllahî we înna îlahî rajîoon
Mesûd Barzanî
1 Mijdar,
