Karwaneke nû ya hevkariyên leşkerî gihîşt HSDê
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Karwaneke nû ya hevkariyên leşkerî û locistî ya Hevpeymaniya Navdewletî gihîşt destê HSDê li rojhilatê Firatê.
Karwana leşkerî û locistî ji 10 barhilgirên mezin pêk tê û hejmarek otombîlên xizmetguzariyê jî lixwe digire.
Piştî jinabirina DAIŞê ji aliyê HSDê ve, ta niha 17 karwanên leşkerî ji HSDê re hatine şandin, ev hevkarî jî Tirkiyê nîgeran dike.
Her çend e jinavbirina DAIŞê li Sûriyê hatiye ragihandin, lê hîna aramî bicih nebûye û fermandarên HSDê dibêjin, hîna metirsiya DAIŞê maye.
Ji piştî kontrolkirina Baxozê dawî berîka DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê DI 23ê Adara bûrî de, fermandarên HSDê dibêjin, niha operasyonên wan li dijî şanên razayî yên DAIŞê berdewam in.
K24
