• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li dijî Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê êriş: 100 kuştî

Gulan Media November 1, 2023 Nûçe
Li dijî Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê êriş: 100 kuştî

Wezareta Tendirustiyê ya Xezeyê ragihand di êrişa li Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê de 100 kesî canê xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku îro di bombebarana Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê de herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest da.

Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê dikeve bakurê Xezeyê û di bin kontrola Hemasê de ye.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê diyar kir ku di kampê de Taxa 6 Blokê ya cihê nîştecihên sivîl bi temamî hilweşiyaye.

Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin ku gelek kes birîndar bûne û birîndar rakirine Nexweşxaneya Endonêzyayê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ew êriş ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye kirin.

Lê heta niha Îsraîlê derbarê êrişê de ti daxuyanî nedaye.

 

Rudaw

Top