Dr. Azad Neqşîbendî: Bexda xelkê Herêma Kurdistanê ceza dike, Serokomar jî bêdeng e!
Mamostayekî zanîngehê rexneyên tund li Serokomarê Iraqê dike û dibêje, peywira serokomar beşa kurdane, lê di demekî ku Iraq xelkê Kurdistanê ceza dike de, serokomar bêdeng e.
Mamostayê Zanîngehê Dr. Azad Neqşîbendî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hikûmeta Iraqê waye ji karnameya ku hikûmet li ser pêkhatiye xwe jê dide paş û mixabin li gor rêkeftinan tevnagere. Hemû ew aliyên hikûmet ava kirine, dixwazin pêkhateya Kurdistanê kêm bikin û lewaz bikin, ji ber ku ji biryarên xwe peşîman in. Mixabin serokwezîrê Iraqê jî desthilata wî zêde nîne, raste têgeheştina wî ya ji bo rewşê heye, lê biryar di dest wan kesên li pişt in ku hikûmeta Iraqê birêve dibin û navmala Kurdistanê jî belav e. Ji ber wê jî ew kirine derfet û li dijî Kurdistanê bikartînin.’’
Herwaha got: ‘’Mixabin rola serokomarê Iraqê wekî pêwîst nîne, ku ew peywir beşa kurdan e, heger na pêwîstbû serokomar xwedî roleke zêde be. Min guhdarê yek ji şêwirmendên Serokomarê Iraqê Kak Ebdula Elyaweyî girt, behsa wê yekê dikir ku dema ku Fuad Mehsûm serokomar bûye, gelek caran telefon bo serokwezîrê berê Heyder Ebadî kiriye, lê bersiva wî nedaye. Ev yek jî wê nîşan dide ku serokomarek bersiva telefona wî neyê dayîn, dê çawa bibe xwedî desthilat, lê ew peywir li ser kurdan hatiye hesab kirin.’’
Neqşîbendî got: ‘’Ez tênagehim ji bo çi lêpirsîn li serokomar nayê kirin? Çima çapemeniya Kurdistanê behsa serokomar nake, li kuderê ye û çi dike. Bexdayê xelkê Kurdistanê ceza dike mixabin çima hemû rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên kirin? Lê çima rexne li pêkhateyên din ên hikûmetê nayê kirin? Mixabin em ne li gel xwe rast û dirustin û ne jî li gel gelê Kurdistanê. Ev aveke xirabe rijyaye û bi derew û berevajîkirina ser şeqaman ve ji rê hatiye derxistin.’’
Basnews
