Mesrûr Barzanî lîsta pêkhateya kabîneya nehem radestî Parlemanê kir
Di daxuyaniyê de hat, “Îro 8.7.2019 di dema diyarkirî de, Raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî birêz Mesrûr Barzanî lîsta pêkhateya kabîneya pêşniyazkirî ji Parlemana Kurdistanê re şand, ji bo berî dema yasayî ya diyarkirî dengdan li ser bê kirin. Bi hêviya wê yekê ne koma wezîrên diyarkirî baweriyê ji Parlemanê werbigirin û zûtir ev kabîne dest bi xizmeteke hêjayî gelê me yê mezin û xweragir bike.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat, “Di vê demê de li dezgehên ragihandinê de amaje bi piraniya navan bo postên cuda hatiye kirin, lê me nexwast ti zanyariyeke fermî derbarê navên kandîdan belav bikin, ji ber ta dawî demjimêr jî aliyên beşdar di kabîneya nehem de guhartin di lîsta xwe ya kandîdan de dikir.”
Nivîsgeha Mesrûr Barzanî aşkere dike, “Îro piştî şandina navan ji Parlemana Kurdistanê re, navê tevahiya pêkhateya kabîneya nehem ji welatiyên xweşewîst re aşkere dikin û tekez dikin ku ev nav tenê kandîdên pêşniyazkirî ne û Parlemana Kurdistanê biryara yekalîker li ser dide.”
Di wê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, “Tevahiya pêkhateya kabîneya nehem ku 19 wezîr û 3 wezîrên herêmê ne, tenê navê Wezîrê Samanên Sirûştî bo Parlemanê nehatiye şandin û ev post jî di demeke nêzîk de tê dagirtin.”
Pêkhateya kabîneya pêşniyazkirî:
1- Mesrûr Mistefa Barzanî: Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
2- Qubad Talebanî: Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
3- Ferset Ehmed Ebdula: Wezîrê Dad.
4- Şoreş Îsmaîl Ebdula: Wezîrê Karûbarê Pêşmerge.
5- Rêber Ehmed Xalid: Bo Wezîrê Navxweyî.
6- Awat Cenab Nûrî Salih Mihemed: Wezîrê Darayî û Aborî.
7- Saman Husên Mihemed Berzencî: Wezîrê Tenduristî.
8- Alan Heme Seîd Salih Mihemed: Wezîrê Perwerde.
9- Dana Ebdulkerîm Heme Salih Ebdulrehman: Wezîrê Avedankirin û Niştecihkirinê.
10- Sasan Osman Ewnî Hebîb: Wezîrê Şarewanî û Geştûguzar.
11- Aram Mihemed Qadir Emîn: Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî.
12- Dara Reşîd Mehmûd: Wezîrê Plandanan.
13- Kiwîstan Mihemed Ebdula Merûf: Wezîrê Karûbarê Civakî.
14- Mihemed Seîd Elî: Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan.
15- Ebdula Mehmûd Mihemed San Ehmed: Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan.
16- Bêgerd Dilşad Şukrela: Wezîrê Keştûkal û Jêderên Avê.
17- Kemal Muslim Seîd Qernî: Wezîrê Barzirganî û Pîşesazî.
18- Ano Cewher Ebdilmesîh Ebodoka: Wezîrê Veguhastin û Gihandin.
19- Piştîwan Sadiq Ebdula: Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî.
20- Kemal Mihemed Salih Xelîl: Wezîrê Elektirîkê.
21- Xalid Selam Seîd: Wezîrê Herêmê.
22- Aydin Marûf Selîm: Wezîrê Herêmê.
23- Vala Ferîd Îbrahîm: Wezîrê Herêmê.
K24
