• Tuesday, 17 February 2026
logo

Umêd Xoşnaw: Li Hewlêrê kûçikên bêxwedî li gorî pîvanên navneteweyî bo stargehan tên veguhestin

Gulan Media November 1, 2023 Nûçe
Umêd Xoşnaw: Li Hewlêrê kûçikên bêxwedî li gorî pîvanên navneteweyî bo stargehan tên veguhestin

Di rojên derbasbûyî de ji bo girtin û veguhestina kûçikên bêxwedî li Hewlêrê kampanyayek hat destpêkirin.

Di vê derbarê de parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji BasNewsê re ragehand: “Girtin û veguhestina kûçikên bêdestûr li gor pîvanên navnetewî ye.

Xoşnaw got: “Stargeha kûçikên bêxwedî modern e û me karî di vê heyama kin de zêdetirî 1000 kûçikên bêxwedî bar bikin. Berê li parêzgeha Silêmaniyê kampanyayek ji bo komkirina kûçikên bêxwedî hatibû destpêkirin, hatin veguhestin bo cihekî ku şert û mercên sitargehê tunebû, li wir kûçik bi jehrê ketin û hejmareke zêde ji wan hatin kuştin. Ew ê bi rêk û pêk bên xizmetkirin û derzîkirin. Tîmek beytar heye û dê bên dermankirin. Ev jî ji bo parastina wan û dûrxistina wan ji xelkê ye."

Walîtiyê da zanîn ku welatî dikarin bi rêya telefona 07505707011 bi me re têkilî daynin û kûçikên bêdest li van deveran veguherînin stargehê.

 

Basnews

Top