Heşda şebî biryareke Serokwezîr red dike
Piştî ku Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî ragihandbû ku lazime pêkhateya niha ya hêzên heşda şebî were hilweşandin û hêzên han bikevin nava çarçoveya artêşa Îraqê û di bin fermana artêş û Fermandarê giştî yê hêzên çekdar de bin, îro heşda şebî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya heşda şebî de hatiye diyarkirin ku heşda şebî li dijî biryara han diweste û daxwaz dike ku pêkhateya heşda şebî weke niha bimîne û weke hêzeke serbixwe tevbigere.
Amerîka jiber aloziyên li gel Îranê zextên gelek zêde li ser hikûmeta Îraqê kirine daku hêzên heşda şebî ji bin kontrola Îranê derbixe û di dawî de Serokwezîrê Îraqê jî ev biryara han der kir.
Weke tê zanîn niha li Îraqê zêdetir ji 60 komên çekdar yên heşa şebî hene.
