• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Mereşê erd hejiya

Gulan Media October 31, 2023 Nûçe
Li Mereşê erd hejiya

Li navçeya Koksenê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,2 pileyan çêbû.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û erdhejên paşekî didomin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li Mereşê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej li navçeya Koksenê ya Mereşê saet 19:25an çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 4,2 pile bûye.

Herwiha AFADê destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 7,07 kîlometre bûye.

Li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hat kirin.

 

Rudaw

 

Top