Balyozê Îranê li Bexdayê dibêje, grûpên çekdar dê li hember êrîşên Îsraîlê bêdeng nemînin
Balyozê Îranê li Iraqê Muhammed Kazim el-Sadiq îro roja duşemê got ku grûpên çekdar dê li hember berdewamiya êrîşên Îsraîlê li ser Xezeyê bêdeng nemînin.
Balyozê Îranê li Iraqê Muhammed Kazim el Sadiq îro di civîna ligel Balyozê Tirkiyê li Iraqê Alî Riza Gunay îro roja duşemê got ku Îran naxwaze qada şer berfirehtir bike, lê komên çekdar li hember êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê bêdeng namînin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, balyozên Îran û Tirkiyê pêşhatên herî dawî yên navçê û şerê Îsraîl û Hemasê gotûbêj kirin.
Balyozê Îranê her wiha got: Divê welatên islamî ji bo piştevaniya Filistîniyan yekdeng bin û zêdetir zextê li wan bikin ku şer rawestînin.
Basnews
