• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî peyamekî pîrozbahiyê bi boneya heştemîn salvegera damezrandina Saziya K24ê belav kir

Gulan Media October 31, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî peyamekî pîrozbahiyê bi boneya heştemîn salvegera damezrandina Saziya K24ê belav kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya heştemîn salvegera damezrandina Saziya K24ê peyamekî pîrozbahiyê belav kir.

Serokê Hikûmetê di peyama xwe de got: ‘’Bi boneya heştemîn salvegera damezrandina Saziya Kurdistan 24ê ya ji bo lêkolîn û ragehandin û destbikarbûna Kanala K24ê pîrozbahiyekî germ li rêveberê giştî û hemû karmendên K24ê dikim û hêviya serkeftin û pêşketina zêdetir ji bo we dixwazim.’’

Herwaha got: ‘’K24 heşt sal berî naha di demekî de hat damezrandin ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi serokatiya cenabê Serok Mesûd Barzanî de di pevçûna li gel terorîstên DAIŞê de bû û di berevanîkirina ax û xelkê Kurdistanê de bûn, ku encamê de Pêşmergeyên qehremen, destanên mezin tomar kirin û efsaneya DAIŞê têkşikand. K24 bû haparlo û sekoya Pêşmerge û serkeftinên bêhempa yên Pêşmerge gehande cîhanê.’’

Serokê Hikûmetê hêvî xwest ku K24 bi awayekî pîşeyî berdewam be di cîhgehandina erkê ragehandina xwe ya di hişyarkirina civak û pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane û gehandina rastiyan li ser bingehê rastgotin û berpirsyartiya niştimanî û rijdbûna li ser maf û destkeftên gelê Kurdistanê.’’

 

 

Basnews

Top