Bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo kar û jiyanê di rêzên herî dawî de ne
Puan û pileyên bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên "ji bo karkirin û jiyanê herî baş", hatin ragihandin. Li gor lêkolînê 8 bajarên Bakurê Kurdistanê xwedî puanên herî kêm in.
Li gor rêzbendiyê, bajarê Mûşê di rêza 81emîn de ye û puana wê ya endeksê 29.71 e, piştre bajarê Şirnexê bi 30.45, Colemêrg jî bi puana 30.94 tê.
Bajarê Mûşê par di rêza 76an de bû, lê li gor lêkolînê li bajarê Mûşê paşketin heye.
Di lîsteyê de bajarê Amedê ku weke dilê herêmê tê dîtin, di rêza 65an de ye.
Herwiha li Tirkiyê bajarê ku puana herî mezin a li ser "Bajarên herî baş ên ji bo karkirin û jiyanê" wergirtiye, Stenbol e ku li gor Forbesê puana Stenbolê 68.9 e, piştî wê jî Enqere tê, ku puana wê 66.13 ye, herwiha bajarê Îzmîrê jî di rêza sêyem de ye û puana wê 62.39 e.
Rêzbenda bajarên Bakurê Kurdistanê:
81- Mûş – Puana giştî ya endeksê: 29,71
80- Şirnex - Puana giştî ya endeksê: 30,45
79- Colemêrg - Puana giştî ya endeksê: 30,94
78- Sêrt - Puana giştî ya endeksê: 31,57
77- Bedlîs - Puana giştî ya endeksê: 31,85
76- Agirî - Puana giştî ya endeksê: 32,44
75- Îdir - Puana giştî ya endeksê: 33,86
74- Erdexan - Puana giştî ya endeksê: 33,96
72- Wan - Puana giştî ya endeksê: 35,51
71- Êlih - Puana giştî ya endeksê: 35,55
70- Semsûr - Puana giştî ya endeksê: 35,62
69- Çewlik - Puana giştî ya endeksê: 36,46
66- Mêrdîn - Puana giştî ya endeksê: 37,23
65- Amed - Puana giştî ya endeksê: 37,38
62- Qers - Puana giştî ya endeksê: 38,24
58- Dêrsim - Puana giştî ya endeksê: 40,57
55- Riha - Puana giştî ya endeksê: 41,09
51- Mereş - Puana giştî ya endeksê: 41,76
46- Erzîngan - Puana giştî ya endeksê: 42,71
39- Erzirom - Puana giştî ya endeksê: 44,05
33- Dîlok - Puana giştî ya endeksê: 46,55
31- Sêwas - Puana giştî ya endeksê: 46,80
28- Meletî - Puana giştî ya endeksê: 47,36
19- Elezîz - Puana giştî ya endeksê: 50,53
Rudaw
