• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îsraîl: Leşkereke dîl a di destê Hemasê de hat rizgarkirin

Gulan Media October 31, 2023 Nûçe
Îsraîl: Leşkereke dîl a di destê Hemasê de hat rizgarkirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku leşkereke ku li Xezeyê di destê Hemasê de dîl bû, bi operasyoneke bejayî hat rizgarkirin.

Şîn-Bet (Şabak) a Ajansa Sîxuriyê ya Îsraîlê ragihand ku Ori Megidisha ku Hemasê 7ê mehê ew dîl girtibû, hatiye rizgarkirin.

Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya leşkera navborî baş e û wêneyekî wê yê bi malbata xwe re hat parvekirin.

Heta niha derbarê mijarê de Hemasê an jî Lîwayên Qesamê ti daxuyaniyek nedaye.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû 239 kes li Xezeyê dîl hatine girtin.

 

Rudaw

Top