• Friday, 13 February 2026
logo

Xesro Goran: PDKê namzedên xwe bo wezaretan zelal kirin e!

Xesro Goran: PDKê namzedên xwe bo wezaretan zelal kirin e!
Endamê rêveberiya PDKê amaje bi wê yekê kir ku PDKê namzedên xwe yên wezareta zelal kirine û benda biryara dawiyê ya pêkanîna hikûmetê dikin.

Endamê rêveberiya PDKê Xesro Goran ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDKê namzedên xwe yên wezaretên kabîneya nû zelal kirine û nav jî bo wezaretan hatine danîn û diyar kirin.’’

Herwaha got, vê heftiyê parlamentoya Kurdistanê dê bicive û biryare di dema xwe de kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê dê bê pêkanîn

Xesro Goran amaje bi wê yekê jî kir PDK hewl dide Kurdistanekî bihêz ava bike û hewl jî dide kesên bihêz di payeyên pişka xwe de dayne, ji ber wê jî dervey wezîran di asta politburo de jî bo payeyên xwar wezîrtiyê de kes hatine danîn.

Basnews
Top