Li Brezîlyayê balefirekî biçûk ket û 12 kes mirin
Li daristanên Amazon ê li rojavayê Brezîlyayê balefireke biçûk ket û di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Balefira ku ji bajarê Rio Branco bi hewa ket, li eyaleta Acre, ket daristanên Amazonê û di bûyerê de 12 kesên di balefirê de bûn jiyana xwe ji dest dan. Hat ragehandin di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de pitikek jî heye.
Li gor daxuyaniya şîrketa ku balefir girêdayî wê ye, balefir piştî ku dikeve agir digre û ji ber bûyerê xemginiya xwe ragehandine.
Daxuyaniyê de hat ragehandin gelek ambulans û tîmên agirkuj geheştine cîhê bûyer û derbarê bûyerê de jî lêkolîn destpê kiriye.
Basnews
