• Friday, 13 February 2026
logo

HDP û KKP hewilên pêvajo ya çareseriyê dinirxênin

HDP û KKP hewilên pêvajo ya çareseriyê dinirxênin
Rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan HDP û Partiya Komînîst a Kurdistanê KKP'ê yên Diyarbekirê, daxwaza civakê û hewila HDP'ê ya ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê nirxand. Li gorî rayedarên HDP'ê; ew ê ji bo gava destpêkê, li Diyarbekirê meşeke girseyî li dar bixin. Rayedarên Partiya Komînîst a Kurdistanê jî da zanîn ku her çiqas tifaqa wan a bi HDP'ê re li ser hilbijartinan be jî; ew ê jî ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû piştgiriya HDP'ê bikin.

Rayedarên HDP'ê yên Diyarbekirê da zanîn ku dê di 8'ê Tîrmehê de li Diyarbekirê meşeke girseyî li dar bixin. Ji bo ku destûr were dayîn jî serlêdanên fermî hatine kirin. Rêveberiya HDP'ê û Parlementerên HDP'ê yên Diyarbekirê jî di daxuyaniya banga meşê de da zanîn ku destpêka banga çareseriyê li Diyarbekirê bi rêya vê meşê tê ragihandin û dibe ku rêxistinên wan ên bajarên din; van meşan wekî rêzeçalakî bidomînin. Alîkarê Hevserokê HDP'ê ya Şaxa Diyarbekirê Edîp Bînbîr dibêje; em li ser daxwaza civaka xwe van gavan dihavêjin.

Edîp Bînbîr- alîkarê hevserokê HDP'ê ya Şaxa Diyarbekirê, dibêje:"Di 8'ê Tîrmehê de dê rêxistina me ya Peyasê meşeke girseyî li dar bixe, em ê jî piştgiriya wan bikin. Ev meş dê bi pêşengiya ciwanan were lidarxistin. Her beşa civakê ya demokratîk û her kesê demokrat êdî li vî welatî dixwaze aştî hebe, û pirsgirêk werin çareserkirin. Em jî wekî HDP hewil didin ku ji daxwazên civakê re bibin bersiv."

Ji bo meşa ku tê payîn bi girseyî derbas bibe, ji aliyê baskê ciwanan a HDP'ê ya Şaxa Diyarbekirê ve tê pergalkirin. Beşek ji partiyên Kurdî yên ku di Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adarê de bi HDP'ê re hevkarî kiribûn û hevkariya xwe bi tifaqa hilbijartinê bi encam kiribûn; di vê pêvajoyê de jî piştgiriya HDP'ê dikin. Rêveberê Partiya Komînîst a Kurdistanê Yaşar Kazici jî got ku; dibe tifaqa wan bes li ser hilbijartinan çêbûbe lê belê dema mijar daxwazên civaka Kurd ên aştî û aramiyê be; ew ê piştgiriya xwe ji bo HDP'ê kêm nekin.

Yaşar Kazici-rêveberê KKP'ê, got:"Helbet em ê jî piştgiriya xebatên HDP'ê yên ji bo daxwaza pêvajoyê bikin. Me tifaqeke hilbijartinê kiribû lê piştî hilbijartinê jî xebat û hevdîtinên me bi HDP'ê re dewam dikin. Êdî aliyê Kurd dixwaze aliyên din ên siyasî jî bi aqileke hevpar bihihîjin hev û bi daxwazên hevpar tevbigerin."

Meşa HDP'ê ya li Diyarbekirê, dê bi dirûşima; " Ji şer re na, bi siyaseta demokratîk ji çareseriyê re erê" tê pergalkirin. Li gorî ragihandina rayedarên HDP'ê yên herêmê; ew ê daxwaza civaka Kurd a destpêkirina pêvajoyeke nû, aştî û aramiyê bi çalakiyên cihêreng ragihînin. Li gorî şîrovekarên siyasî jî dinirxînin; pêvajoyek dest pê kiriye lê veşarî dimeşe.

Top