• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li şandeyekî bilind a Hevpeymaniya Hemûrabî kir

Gulan Media October 30, 2023 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li şandeyekî bilind a Hevpeymaniya Hemûrabî kir

Duh 29.10.2023yê li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeyekî bilind a Hevpeymaniya (Îtîlafî) Hemûrabî kir.

Endamên hevpeymaniyê spasiya rola serekî ya Serok Barzanî kirin, ji ber bi hewarçûna birîndarên karesata Hemdaniye û di hevdîtinê de herdu aliyan hevxemiya xwe ya kûr ji bo kesûkarên qurbaniyên bûyera şewatê ya li qeza Hemdaniyê ragehand ku bi sedan hemwelatiyan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn. Herwaha şandeya Hevpeymaniya Hamûrabî spasiya Serok Barzanî kir ji bo piştevaniya li Serokê Dêra Kildanî li Cîhanê Patrîk Kardînal Luis Sako.

Di beşeke din a hevdîtinê nûnerên Desteya siyasî ya bilind a Kildanî ku beşekin ji wê hevpeymaniyê, behsra rewşa Xirîstiyanên Kildan, Aşûrî, Siryanî û Ermenên li Iraq û Kurdistanê û bi taybet li Deşta Nînowa kir, ku vê demê de Iraq ber bi helbijartinên parêzgehên Iraqê ve diçe.

Rewşa giştî ya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û kûrtirkirina bingehên şirîktî û lihevkirin û hevsengî û yekrêziya siyasî û pêkvejiyan û seqamgiriya pêkhateyên Kurdistanê jî mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.

Serok Barzanî li gel piştevaniya xwe ya ji bo Xirîstiyanan û hemû pêkhateyan diyar kir, dubare piştgiriya ji bo hemû hewldanên li ser mayîna Xirîstiyanan li ser erdê bav û bapîrên xwe û koçnekirina wan a ji bo derveyî welat jî teqez nîşanda.

 

Rudawq

Top