• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ewadî: Daxistina balyozxaneya Amerîkayê dê Îraqê wêran bike

Gulan Media October 30, 2023 Nûçe
Ewadî: Daxistina balyozxaneya Amerîkayê dê Îraqê wêran bike

Berdevkê Hikûmeta Îraqê ragehand ku daxistina balyozxaneya Amerîkayê dê Îraqê wêran bike.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî ragehand, derxistina biryara daxistina balyozxaneya Amerîkayê dê Îraqê ber bi wêranbûnê ve bibe û dê bandoreke nerênî ya gelek mezin li ser peywendiyên Îraqê yên derve hebe.

Wî amaje da wê yekê jî ku derxistina biryareke ji wî rengî dê lihevkirina sitratejî ya navbera Waşinton û Bexdayê nehêle, ji ber ku Îraqê hejmareke pabendiyên navdewletî heye û divê pabend be.

Herwesa Ewadî got: Dema me biryara balyozxaneya Swêdê derxist,  balyozên piraniya welatan peywendî bi me kir û daxwaz kir ku em şandiyên wan ên diplomasî biparêzin.

Ev daxuyaniya Ewadî di demekê de ye, Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir daxwaz ji hikûmet û perlemanên Îraqê kiriye ku balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê ji ber piştevaniya wê ji bo Israîlê dabixin.

 

K24

Top