RIHA - Dikandarê Kurd ji ber alaya Tirkiyeyê hat girtin
Li navçeya Eyyubiyeyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, esnafê ku nexwest alaya Tirkiyeyê bi dikana wî ve daleqînin bi kêrê zabitayekî şaredariyê birîndar kir.
Li ser vê yekê esnafê Kurd ê Rihayî hat girtin.
Li gor zanyariyên Rûdawê, zabitayên Şaredariya Eyyubiyeyê ku navçeyeke navendî ya Rihayê ye doh bi armanca 100emîn salvegera Komara Tirkiyeyê li Kolana Komser Şakir a Eyyubiyeyê alaya Tirkiyê bi dikana ve daleqandin.
Dikandarê Kurd Mehmet Peçene ku karê telefonan dike rê neda zabitayên şaredariyê alaya Tirkiyeyê bi dikana wî ve daleqînin û di navbera wan de nîqaş derket.
Di encama nîqaşê de Mehmet Peçene bi kêrê zabitayê bi navê Hasan Yunusoglu birîndar kir.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Zabita Hasan Yunusoglu yê bi giranî birîndar bû ji aliyê tîmên tendirustiyê ve rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê.
Yunusoglu yekser hatiye ameliyatkirin û niha rewşa tendirustiya wî baş e.
Dikandarê Kurd Mehmet Peçene jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û piştî karên îfade wergirtinê ji bo Dadgeha Rihayê hat şandin.
Dadgehê derbarê Mehmet Peçene de biryara girtinê da û ew ji bo girtîgehê hat şandin.
Rudaw
