• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê kir

Gulan Media October 29, 2023 Nûçe
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28.10.2023yê, pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chovalier kir.

Di hevdîtinê de, guhartinên dawî û pêşhatên rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêşxistina peywendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Mijara sereke ya civînê, taybet li ser pêwîstiya dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê bû, bi taybet ku piştî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi data û zanyariyan, şiroveyên pêwîst pêşkêşî Komîteya Darayî ya Encûmena Nûneran û aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal kir û pêwîst e Hikûmeta Federal jî mafê darayî yên Herêmê bişîne, ji ber ku êdî nabe mafên mûçexwarên Herêmê bên binpêkirin.

Girîngiya parastina asayîş û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê, parastina şandên dîplomatîk û hêzên Hevpeymaniyê beşeke din a guftûgoyên vê hevdîtinê bûn.

Top