Li Kazakistanê di kanayekî madenê de şewat derket: Herî kêm 11 kes mirin
Li Kazakistanê di madenekî komirê de şewat derket û herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Karagandi ya Kazakistanê di kana ango madenekî de ji ber sedemekî nayê zanîn şewat derket. Hat ragehandin di şewatê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û 18 kesên birîndar jî bo nexwaşxaneyê hatine veguhestin.
Hat ragehandin di dema şewatê de 252 karker di madenê hebûn û 205 karker ji madenê hatine derxistin.
Serokomarê Kazakistanê Qasim Comerd Tokayev ragehand, ew şîrketa ku madenê de kar dikir, hemû karûbarên wê hatine ragirtin.
Basnews
