• Tuesday, 17 February 2026
logo

9 sal bi ser roja dîrokî re derbas dibe

Gulan Media October 28, 2023 Nûçe
9 sal bi ser roja dîrokî re derbas dibe

Li ser fermana Serok Barzanî pêşmerge çû Kobanê.

Îro 28ê Cotmehê 8 sal bi ser roj û biryara dîrokî re derbas dibe.

Di demaku, terorîstên DIŞIê Kobanê li Rojavayê dorpêç kiribûn û şerê nava kolanan dom dikir, Serok Barzanî ferman bi hêzên pêşmerge kir daku, bihawara şervanan ve biçin û Kobanê biparêzin û rê nedin bikeve destê terorîstên DIŞIê.

Pişt re parlementoya Kurdistanê jî ev fermana Serok Barzanî qebûl kir û pişt re di roja 28ê Cotmehê de yekem karwana hêzên pêşmerge ku, ji yekeya topxane pêk hatibû bi rêya Tirkiyeyê re çû û xwe gehande Kobanê.

Yekeya topxane ya pêşmerge ku, ji 150 pêşmergeyan pêk hatibû, bi gehêştina xwe bo Kobanê moraleke mezin da şervanan û di encam de Kobanê xewna DIŞI û hevparên DIŞIê têk bir û Kobanê hate rizgarkirin.

Top