Seydo Çeto: Divê PKK ji Şingalê derkeve
Serokê Encûmena Parêzgeha Neynewa Seydo Çeto di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a K24ê de ragihand, daxwaz ji Bexdayê dikin, pirsgirêka mana hêzên PKKê li Şingalê çareser bike, ji ber ku ta niha Bexda mûçeyên hêzên PKKê li Şingalê dide.
Diyar kir jî, PKK di bin çandîn navan de li navçê kar dike wek YBŞ, HPŞ, Hêza Parastina Gel û Hêza Parastina Şingalê û Hêza Parastina Keça Şingalê, lê PKK hêzeke biyanî ye û pêwîste ji Şingalê derkeve û tenê xelkê Şingalê ji xelkê wê re bihêle.
K24
