• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tirkiyeyê di 24 demjimêran de 400 koçberên Sûriyeyî dersînor kirin

Gulan Media October 27, 2023 Nûçe
Tirkiyeyê di 24 demjimêran de 400 koçberên Sûriyeyî dersînor kirin

Tirkiyeyê di 24 demjimêran de bi rêya deriyên Bab el-Hewa û Girê Spiyê 400 koçberên Sûriyeyî dersînor kirin.

Li gorî ofîsên deriyên Bab el-Hewayê yê li bakurê Îdlibê û Girê Spiyê yê li bakurê Reqayê, Tirkiyeyê di maweyê 24 saetên dawiyê de 400 koçberên Sûriyeyî dersînor kirine.

Li gorî heman çavkaniyê, Tirkiyeyê 90 koçber bi rêya deriyê Girê Spiyê radestî grûpên çekdar kirine.

Herwiha 310 koçberên din ên Sûriyeyî jî bi rêya deriyê Bab el-Hewayê radestî Desteya Tehrîr el-Şamê kirine.

Tirkiyeyê ji destpêka vê mehê ve, bi hezaran koçberên Sûriyeyî bi rêya deriyên Bab el-Hewa û Girê Spiyê dersînorî welatê wan kirine.

 

Rudaw

Top