Li Kalîforniyayê bi hêza 7.1 erdhej qewimî
Li gor Dezgeha Jeolojî ya Amerîkayê, erdheja yekem şeva înê bi dema Kalîforniyayê di demjimêr 06:19an de qewimî û piştî demjimêrekî jî çar erdhejên din rûdan û ji wan ya herî bi hêz 5.5 pileya rîxterê bû.
Erdhej 11 mîl dûrî bajarê Rîckrest ê li başûrê Kalîforniyayê qewimî, beşek ji medyayên wî welatî ragihandiye ku piştî erdhejê agir derketiye.
Li gor amarên beşa agirvemirandinê jî, heta niha bi dehan raportên hilweşîna malan û şewatê gihiştine wan.
Ev erdhej di demekê de ye ku roja pêncşemê jî erdhejek bi hêza 6.4 li başûrê Kalîforniyayê qewimîbû û li gor raportan di 20 salên derbasbûyî de erdheja herî bihêz bû, lê erdheja şeva derbasbûyî, ew rekor şikand.
Rudaw
