Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata şehîd Salih Zirarî dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata şehîd Salih Zirarî kir û tê de ragihand: “Şehîd Eqîd Salih Zirarî, Pêşmergeyekî têkoşer û ji malbateke xebatkar û niştimanperwer bû.”
Di peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat: “Pirse û sersaxiya xwe ya kûr arasteyî malbata şehîd Eqîd Salih Fetah Zirarî, Fermandarê Lîwaya 18 a Hêzên Piyade ya Wezareta Pêşmerge dikim û hevparê xema wan im.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Şehîd Eqîd Salih Zirarî, Pêşmergeyekî têkoşer ji malbateke xebatkar û niştimanperwer bû. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihûşta şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî.”
K24
