• Friday, 13 February 2026
logo

Li Hatayê teqîn: 3 kuştî, 3 brîndar...

Li Hatayê teqîn: 3 kuştî, 3 brîndar...
Li Navçeya Reyhanli ya Hatayê, teqînekê rû da û li gor agahiyên destpêkî, 3 kes hatin kuştin û 3 jî, birîndar bûn.

Li Navçeya Reyhanli ya Bajarê Hatayê, ku liser sînorê Parêzgeha Idlib a Surîyê ye, teqînek çê bû, û di encama teqînê de, 3 kes hatin kuştin û 3 jî, birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariyê, dever dorpêç kirin û rê ji hatinûçûnan re, girtin.

Ji devera bûyerê re hejmarek ambulans û tîmên hewarhatinê hatin şandin. Hêzên Ewlekariyê, dever dorpêçkirin û rê ji hatinûçûnan re, girtin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi daxûyaniyekê got: Tirimbêlek, ku teqemenî tê de bûye, hatiye teqandin û ew ên, ku hatine kuştin welatiyên Suriyê ne.

K24
Top