Erdogan: Me pirsa Kurd li Tirkiyê çareserkirîye, tiştek bi navê pirsa Kurd nemaye
Erdogan, li gel 60 parlamenterên xwe civya û encamên hilbijartinan, avakirina partiyên nû û babeta pirsa Kurd gotûbêj kir.
Recep Tayip Erdogan dîyar kir: Ew derdorên dixwezin di bin sîbera AKPê de partiyek nû çêbikin, dê wek ciwalek xalî bikevin.
Di nav kombûnê de, parlamenterên Kurd nêrînên xwe anîn ziman û gotin: Li hemberî gelê Kurd yêksanî nîne û pêwiste gavên yasayî werin avêtin.
Li hemberî van daxûyaniyên Parlamenterên Kurd Erdogan bêzariya xwe derbirî û got: Wan li Tirkiyê pirsa Kurd çareserkirîye, eger hûn bêjin pirsa Kurd heye, hûn me bêrûmet dikin.
K24
