• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêz û spasiyan pêşkêşî rêveber û karmendên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê dike

Gulan Media October 25, 2023 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêz û spasiyan pêşkêşî rêveber û karmendên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêz û spasiyan pêşkêşî rêveber û efser û fermanberên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ewlehiya wê dike, ji ber bicîanîna erkên xwe di dema biserxistina hûrbîniya ewlehiyê de ji aliyê Rêkxistina Balafirvaniya Şaristanî ya Navdewletî (ICAO) ve.

Di nivîsarekê de ku arasteyî rêveber û fermanberên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û rêveber û fermanber û efserên ewlehiya wê û tevaya rêveberî û pêkhatên nav wê kiriye, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rêz û spasiyan arasteyî wan dike, ji ber bizav û westiyanên wan di bicîanîna erkên xwe de di dema biserxistina hûrbîniya ewlehiyê de ji aliyê Rêkxistina Balafirvaniya Şaristanî ya Navdewletî (ICAO) ve.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê nivîsarê de amaje daye wê yekê ku ev destkeft encamê kar û arîkarî û hevahengiya tevaya dezgehên nav balafirxaneyê ye. Herwesa wî daxwaz kir ku ew li ser vê rêya karkirinê berdewam bin û xizmetkariyên nav balafirxaneyê pêş bixin, bi rengekî ku bi parastina ewlehiya balafirxaneyê re, razîbûn û piştrastiya welatiyan û geştyaran jî li ber çavan bê wergirtin.

Di eynê demê de Serokwezîrê Îraqê jî rêz û spasiyan pêşkêşî rêveber û efser û fermanberên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ewlehiya wê dike.

Di nivîsarekê de ku Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî arasteyî wan kiriye, tekez li ser nirxandina bizav û westiyan û dilsoziya tevaya berpirs û karmendên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin, ji ber serkeftina wan di biserxistina hûrbîniya ewlehiyê de ji aliyê Rêkxistina Balafirvaniya Şaristanî ya Navdewletî (ICAO) ve.

Zêdebarî rêz û spasiyan, Serokwezîrê Îraqê daxwaza berdewamiyê li ser wê rêya karkirinê û pêkêşkirina zêdetir xizmetan ji bo welatiyan ji wan kiriye.

Rêkxistina Balafirvaniya Şaristanî ya Navdewletî (ICAO) rêkxistineke taybetmend a warê balafirvaniyê ye û yek ji dezgehên bi ser Neteweyên Yekgirtî ve ye. Ew ji bo rêkxistin û çêkirina hevahengiyê ji bo bingeh û teknîkên geştên asmanî yên navdewletî kar dike, herwesa ji bo pilandanan û pêşxistina veguhastina asmanî ya navdewletî ji bo piştrastbûnê ji silametî û rêkxistina geştan.

Wê rêkxistina balafirvaniyê ya navdewletî di dema borî de piroseya hûrbîniya ewlehiyê ji bo karûbarên balafirxaneyên Îraqê kir û Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê wekî baştirîn balafirxane di hûrbîniya ewlehiyê de di karûbarên girêdayî balafirxane û geştên asmanî de hat diyarkirin.

 

Basnews

Top