• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Desteya Serokatiya ENKSê kir

Gulan Media October 25, 2023 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Desteya Serokatiya ENKSê kir

Serok Mesûd Barzanî û Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) astengî û kêşeyên li pêşiya gelê Kurd li Sûriyeyê gotûbêj dikin.

Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Cotmehê pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) kir.

Li gorî daxuyaniyeke Baregeha Barzanî, di civînê de, dawî guhartinên siyasî yên Sûriye û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Her di vê civînê de, ronahî hate xistin li astengî û kêşeyên li pêşiya gelê Kurd li Sûriyeyê.

 

K24

Top