Pêşketina werzişên çiyayî li Colemêrgê
Ev çiya, ne yên Alpên Swîsê û ne jî yên Hîmalaya ne. Ev der çiyayên asê yên Colemêrgê ne ku di çendîn çîrok û stranan de jî behsa wan hatiye kirin.
Di demsala havînê de, çiyager berê xwe didin çiyayên bilind û asê yên wê navçeyê û her sal hejmareke zêde ya geştiyarên navxwe û biyanî beşdarî wan çalakiyan dibin. Li van rêze çiyayên Zagrosê, ti caran berf xilas nabe û berfa îsal dikeve ser berfa par.
Şeş çiyagerên ser bi Komeleya Werzişên Çiyayî ya parêzgeha Colemêrgê berê xwe dane çiyayê Simbe yê li navenda wê parêzgehê. Geştiyarên ku hildikşîn çiyayê Simbe û Cîlo, kêm caran dikarin bişev li lûtkeya wan çiyayan çadiran vedin.
Çiyayê Simbe 3 hezar û 487 metran bilind e û ji lûtkeya wî çiyayê bilind, bajêr weke gundekî biçûk xûya dike.
Salane çend caran bi awayekî kom geştiyar hildikşin çiyayê Simbe û li wê bilindahiyê demeke xweş derbas dikin. Organîzatorên wan geştên çiyayî jî dibêjin, ew salene çend caran van çalakiyan rêkdixin da ku bala geştiyaran jî bo wê navçeyê bikşînin.
Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Komeleya Werzişên Çiyayî yên wê parêzgehê ve hatine belavkirin, ji bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî her sal tîmên şaxewaniyê serdana bajarê Colemêrgê dikin û bihev re berê xwe didin çiyayên bilind.
Rudaw
