Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeka Fransayê kir
Şanda Fransayê ji Nûnerê Taybet ê Serokê Fransayê bo Karûbarên Sûriyê Fransua Sinud û Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Herêma Kurdistanê Dominic Mass pêk hatibû.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, şanda Fransayê tekezî li berdewambûna piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û bihêzkirina zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê kir.
Herwiha, Serokê Herêma Kurdistanê spasiya piştgirî û alîkariyên berdewam ên Fransa û Macron ên ji bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di qonaxên dijwar de û tekezî li pêşvebirina zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê di hemû waran de kiriye.
Gotûbêjkirina rewşa Sûriyê, hewildanên navdewletî yên ji bo çareserkirina qeyrana wî welatî, vegerandina seqamgîrî, dabînkirina aştî, geşedanên herî dawî yên herêmê û pêvajoya siyasî ya li Herêma Kurdistanê mijarên din ê civînê bûn.
Basnews
