Şingal – Hemû endamên malbatekî di mala xwe de bi çek hatin kuştin
Li sînorê qeza Şingalê hemû endamên malbatekî hatin kuştin û derbarê bûyerê de efserekî polîs zanyariyên ku hene aşkera dike.
Vê derbarê de îro 24.10.2023yê efserê polîsê Nînow Raîd Muzahim Elî ji BasNewsê re ragehand, li wargeha niştecîhbûnê ya Tilqeseb a li sînorê qeza Şingalê, 3 endamên malbatekî di bûyerekî bi mij û guman de hatine kuştin.
Herwaha aşkera kir, kesên bûne qurbanî zilam û jinekî ku hevjînê hev in û li gel zarokekî wan û derengê şeva borî di mala xwe de bi çek gule li wan hatiye berdan û ew kuştine. Mala wan dikeve ser cîhê xwedî kirina mirîşkan û li navçeyeke nêzîk wargeha niştecîhiya Tilqesebê kar dikirin.
Efserê polîs got, piştî bûyerê polîsê Şingalê dest bi lêkolînê kir û termê qurbaniyan jî ji bijîşkê dadî yê Mûsilê re hatin şandin.
Basnews
