• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî hewil didin kêşeyên parêzgeha Duhokê çare bikin

Nêçîrvan Barzanî hewil didin kêşeyên parêzgeha Duhokê çare bikin
Fraksîyona PDKê li parlamentoyê Kurdistanê ragehandinek lidor kêşeyên parêzgeha Duhokê belav kir û ragehand; Serok Nêçîrvan Barzanî hewil dide hemû kêşeyên parêzgeha Duhokê çare bike.
Di ragehandinekê da fraksîyona PDKê ya parlamentoyê Kurdistanê diyar kir: Ew ji nêzîk haydarî kêşeyên parêzgeha Duhokê ne, bi taybet kêşeyên girêday kêmya karebê û bilindibûna bihayê empêrî û di vê derbarê jî da wan nameyek li dor kêşeyên parêzgeha Duhokê arastey serok Nêçîrvan Barzanî kirîye.
Fraksîyona PDKê da yezanîn jî: Serok Nêçîrvan Barzanî yekser bersiva nameya fraksîyonê daye û hewil kêşeyên parêzgeha Duhokê çare bike.
Diyar jî kir: Serok Nêçîrvan Barzanî agehdarî hemû kêşeyên parêzgeha Duhokê ye û hewil dide bi ciddî kar bo çarekirina hemû kêşeyên parêzgehê bike.

Waar.tv
Top