Erdogan Amerîka bi “diz” binav dike
Di dema serdana bo Çînê de, Serokomarê Tirkiyê di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Heger kiryarek hebe û pereyên xwe di dema xwe de bide, êdî çawa kelûpela xwe wernegire. Heger wiha bê kirin, wek diz tê binavkirin.”
Herwiha got: Tirkiyê ta niha 1.4 milyar Dolarê Amerîkî bo kirîna firokeyên şer F-35 daye. 4 firoke hatine radestkirin û pîlotên Tirkiyê ji bo rahênankirinê çûne Amerîka.”
Daxuyaniya Erdogan di demekê de ye, nakokiyên di navbera Enqere û Washingtonê de ji ber kirîna sîstema berevaniya esmanî yên Rûsî S-400 ji aliyê Tirkiyê ve zêdetir bûne.
Di vê derbarê de, berpirsên Amerîkî ji ajansa “Reuters” re ragihandin, ta niha Serok Trump li ser derxistina Tirkiyê ji bernameya F-35 û sizadana Tirkiyê rijd e, heger S-400 ji Rûsyayê bikire.
Her çend e berpirsekî Tirkiyê amaje bi wê yekê kiriye, heger Amerîka di helwesta xwe de berdewam be, ne dûr e Enqere li şûna firokeyên F-35 ên Amerîkî, firokeyên (SU-57) ên Rûsî bikire.
K24
