Nêçîrvan Barzanî yekemên Herêmê xelat kirin
Serokê herêma Kurdistanê got: ‘’Zanist û zanîn bingehê jiyana hemdemî ye û nexwandevanî benê kuştinê yê hemdemê ye û her serkeftineka we ya xwandevanên xoştewî serfirazî û serbilindiye bo me. Ji ber wê daxwaz û şîretên me ji bo we xwandevanan, xwandin û dîsa xwandin e. Ji ber serkeftina we hemûyan serkeftina me ye.’’
Nêçîrvan Barzanî derbarê krîza salên borî yên Kurdistanê de jî got: ‘’5 salên borî de krîzekî dijwar me derbas kir. Lê proseya xwandinê nerawesta û Pêşmerge, asayîş û xwebexşan û ser hemûyan re jî mamostayan li pol û salonên xwandinê de waneyên xwe gotin û li hember rewşa krîzê rawestan û bi hemû zihmetiyan ve jî nehêlan proseya xwandinê raweste û asteng bibe.’’
Herwaha got: ‘’Em bejna xwe li hember şehîdên Pêşmerge ditewînin û rêzên xwe pêşkeşî mamostayên dilsoz dikin û spasiya hemûyan dikim ku nehêlan proseya xwandinê li herêma Kurdistanê raweste û mizginiya vê yekê didim we piştî şer û alozî, qonaxeke nû li herêma Kurdistanê destpê dike û bi hêvî û ber bi pêşerojê û bi bingeh kirina sîstemeke bihêz a hemdemî bê bicîh kirin em pêngav davêjin.’’
Waar.tv
