Erdogan: Nabe NY peymanan bi YPGê re îmze bike
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, piştî serdana Japon û Çînê bersiva pirsên rojnamevanan da û got, ew qebûl nakin Netewên Yekgirtî bi YPGê re derbarê şervanên zarok de peyman îmze bike.
Da xuyakirin, bi çi hincetê be ji hêla Netewên Yekgirtî ve wek muxatap girtina YPGê û bihev re rûniştina wan tê wateya danpêdana fermî û îmzekirina peymanê jî skandal e ku Netewên Yekgirtî nikare îmzeyeke weha bavêje.
Berî çend rojan Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Giştî bo karûbarên Zarokan û Milmilaneyên Şer Virginia Gamba li baregaha Netewên Yekgirtî li Cenêvê civiya û planeke kar ji bo qedexekirina bikaranîna zarokan di şer de îmze kir.
Erdogan diyar kir, ew bawer dike haya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ji vê peymanê nîn e û bi armanca şermezarkirina nûnera Taybet a Netewên Yekgirtî Vîrjînya Gamba (Virginia Gamba), nûnerê Tirkiyê ketiye hewldanê.
Da zanîn, di demeke kurt de ewê bi bi Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Gutteres re bikeve pêwendiyê, ji ber ew vê mijarê gelekî girîng dibînin.
K24
