• Friday, 13 February 2026
logo

Îmamoglu: Ez dixwazim seredana Demirtaş bikim

Îmamoglu: Ez dixwazim seredana Demirtaş bikim
Serokê nû yê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro serdana partiyên siyasî kir. Di çarçoveya seredana xwe de Îmamoglu serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî kir û piştî bi dawîbûna serdana ligel HDPê ji medyayê ra axivî. Îmamoglu aşkere kir ku heger derfeta wî çêbibe wê seredana Seleheddîn Demirtaş bike.

Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî seredanên xwe yên liqên Stenbolê yên Partiya Saadetê û Partiya IYI, seredana navenda HDP jî kir.

Piştî hevdîtina ligel rêvebirên HDP, Îmamoglu bersiva pirsên rojnamevanan da. Liser pirsa K24ê: Dê seredana hevserokê berê HDP Seleheddîn Demirtaşê bike?”

Îmamoglu got:”Derfet çêbibe bêguman dixwazim seredanê bikim. Min spasiya birêz Demirtaş liser helwêst û piştevaniya wî ya berî hilbijartina 23ê Hezîranê, kiribû. Ev helwêst û piştevanî ji bo me cihê giringiyê ye. Gelek caran ji me dipirsin – ew girtî ye. Lê, çima girtî ye? Her kes dixwaze bizanibe, ez jî dixwazim bizanim. Ger ne dadweriyek hiquqî pêkhatibe û mexdûriyet hebe, ez ligel wan kesan im… Divê ev binpêkirin, berteref bibe”…

Basnews
Top