• Friday, 13 February 2026
logo

Netanyahu: Lazime Ewrûpa bersifa Îranê bide

Netanyahu: Lazime Ewrûpa bersifa Îranê bide
dibêje Îran yasayên navnetewî binpê kiriye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî daxuyaniyên rayedarên Îranê yên li dor derbaz kirina asta standard ya zengîn kirina Oraniyumê, diyar kir ku Îran li gor ti yasa û peymaneke navnetewî bi taybetî peymanên ku li gel Ewrûpayê îmze kiriye tev nagere.

Netanyahu eşkere kir ku Îran bi eşkere peymana etomî ya 2015an jî binpê kiriye jiber vê çendê lazime Ewrûpa jî helwesteke tund li hember Îranê bistîne û dorpêçan bixe ser Îranê.

Netanyahu daxwaz ji welatên YE kir daku li gor peymana ku îmze kirine û têde dibêje eger Îran li gor peymanê tevnegere, vê demê vê rastî dorpêçên navnetewî bibe, tev bigerin û dorpêç li ser Îranê deynin.

Top