Beşîr Hedad daxwaz ji Ebdulmehdî kir parê cotyaran bê dayîn!
Li gor daxuyaniya ofîsa Dr. Beşîr Hedad belav kiriye, tê ragehandin; îro 01.07.2019ê Cîgirê serokê encûmena nûnerên Iraqê Dr. Beşîr Hedad, nivîsek ji serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re rêkiye û daxwaz dike di demekî herî zû de parê cotyarên Kurdistanê yên salên 2014-2015-2016-2017 û 2018ê bê dayîn, herwaha lehiyan zerer û ziyanên li herêma Kurdistanê bên qerebû kirin û ew pare bê xerc kirin.
Herwaha Hedad ji serokwezîrê Iraqê daxwaz kiriye ferman ji wezaretên peyvendîdar re bê dayîn ku xerc kirina wî pareyi bê kirin û zerer û ziyanên ji ber lehiyê yê xelkê herêma Kurdistanê bê qerebû kirin û bê dayîn.
Basnews
