• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeya Avê ya Stratejîk a Akrê dest pê kir

Gulan Media October 19, 2023 Nûçe
Li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeya Avê ya Stratejîk a Akrê dest pê kir

Li ser biryata Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, projeya Avê ya Stratejîk a Akrê dest pê kir, ku dê avê ji zêdetirî 100 hezar xelkê Akrê re dabîn bike.

Rêveberê Giştî yê Av û Kanalîzasyonê Endezyar Arî Ehmed Qadir îro ji K24ê re ragihand, li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, astengiyên darayî û dayîna mafên kompanya cîbicîkar û pirsgirêkên teknîkî û îdarî yên projeya stratejîk a ava Akrê hatin çareserkirin.

Bi gotina Rêveberê Giştî yê Av û Kanalîzasyonê, dê zêdetir ji 109 milyar dînar ji bo wê projeyê were xerckirin.

Projeya Avê ya Akrê karîna wê ya berhemanîna 3 hezar metre sêcar av di demjimêrekê de heye û rêjeya %51ê wê projeyê hatiye cîbicîkirin.

Projeya Avê ya Stratejîk a Akrê ji ber birîna bûdceyê ji aliyê Bexdayê ve û belavbûna vîrusa Koronayê û encamên wê yên aborî, rawestiya bûbû.

 

K24

Top