• Friday, 13 February 2026
logo

HSD bi NY re planekê bo qedexekirina biçekirina zarokan îmze dike

HSD bi NY re planekê bo qedexekirina biçekirina zarokan îmze dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re planeke kar derbarê qedexekirina biçekirina zarokan re îmze kiriye û HSDê dê tevahiya zarokên di nava rêzên xwe de derxe.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Giştî bo karûbarên Zarokan û Milmilaneyên Şer Virginia Gambali baregaha Netewên Yekgirtî li Cenêvê civiya û planeke kar ji bo qedexekirina bikaranîna zarokan di şer de îmze kir.

Li gor Peyvdarê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Stephane Dujarric, wan bi HSDê re planeke kar derbarê rêgirî li biçekirina zarokan re îmze kirine û HSDê dê hemû keç û zarokên temen biçûk ji nava rêzên xwe derxe.

Di daxuyaniyeke Nivîsgeha Virginia Gambali de hat, ev plana kar piştî wê yekê hat, ku di raporta salane ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî de hat, YPG ya di nava rêzên HSDê de kar dike, zarokan biçek dike û di şer de bikar tîne.

Di Tîrmeha 2014an de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Rêveberiya Xweser bi Rêxistina Banga Cenêvê ya Navdewletî re peymanek derbarê qedexekirina biçekirina zarokan îmze kiribû.

Li gor rêkeftinê, divê zarok di nava rêzên YPG û YPJê de bêne dûrxistin û rêgirî li beşdariya wan di şer de bê kirin, YPGê jî wê demê ragihand, wan 149 zarok ji rêzên xwe dûr xistine.

Di Tîrmeha 2015an de jî, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) raportek derbarê biçekirina zarokan belav kiribû û diyar kiribû, YPGê di salekê de 59 zarok tevlî rêzên xwe kirine û YPGê tometbar kir ku peymanya Banga Cenêvê binpê kiriye.

Top