Civata Asayişa Navdewletî piştevaniya hewlên pêkanîna Kabîneya Nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dike
Civata Asayişa Navdewletî daxuyaniyek di derbarê civînên roja 29 Hezîranê li Bexdayê ligel berpirsên Îraq û Herêma Kurdistanê de belav kiriye û tekezî liser wê yekê kiriye, ku divê hikûmeta Îraqê rêz li madeyên Destûra Îraqê bigre û bi hewara pêdawistiyên tevahiya Îraqiyan ve biçe.
Herwiha destxweşî li beşdariya her dû Hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye, bo çareserkirina hemû pirsgirêkên mayî, ligor Destûra Îraqê. Hevdem destxweşî li hewlên pêkanîna Kabîneya Nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.
K24
